Tekst piosenki:
Şev û roj geriyam yar ne xuya bû,
Çûm ser rûbarî av çikiyabû,
Çûme civakî êl revîya bû,
Ketim ser rêçê rê hezîya bû,
Ez çum min pirsî kalekî gund
Min got hinda bû yara serbilind
Got bi şev here bê çira û find
Neyarê xwînxwar tev ketine gund
Ji evîna te ez dilbirîn im,
Ez ê bigerim ku te bibînim.
Ax,
Perîşan, Perîşan, Perîşan, Perîşan,
Perîşan, Perîşan, keça Kurd, Perîşan,
Perîşan, Perîşan, Perîşan, Perîşan,
Perîşan, Perîşan, keça Kurd, Perîşan.
Min ji deştan pirsî, got bê nefer in,
Min ji çiyan pirsî go em çeper in,
Min ji keçan pirsî baziyê zer in,
Min ji xortan pirsî tev şoreşker in,
Min ji name pirsî go yar zordar in,
Min ji welat pirsî go neyar xwarin,
Min ji xwe pirsî bêkes û jar im,
Li vê cîhanê bê cîh û war îm,
Ji evîna te ez dilbirîn im,
Ez ê bigerim ku te bibînim.
Ax,
Perîşan, Perîşan, Perîşan, Perîşan,
Perîşan, Perîşan, keça Kurd, Perîşan,
Perîşan, Perîşan, Perîşan, Perîşan,
Perîşan, Perîşan, keça Kurd, Perîşan.
Dodaj adnotację do tego tekstu »
Historia edycji tekstu
Komentarze (0):